Desthilatdariya Erdogan ji bo rant û talanê daristanan dişewitîne

Desthilatdariya AKP-MHP’ê ji bo pere, rant û talanê daristanan dişewitîne û piştre jî projeyên xwe pêk tîne.

Desthilatdariya Erdogan ji bo pêkanîna projeya madena kromê bi sedhezaran hektar daristanê bajarê Hatay ango liwa Îskenderûnê şewitand.

Desthilata AKP-MHP’ê ji bo polîtîkayên xwe yên rant û talanê pêk bîne xwezayê dişewitîne.

Ev 3 roje daristanên bajarê Hatay ango lîwaya Îskenderûn dişewite û di encama şewatê de bi sedhezaran hektar daristan şewitî bi dehan malên welatiyan û seyarên wan şewitî.

Derbarê mijarê de Mîmarê Derdorê Ercument Kimyon axivî û got:

“Sedema vê yekê bajarvanî, talaniya daristanê û avahiyên li zeviyên daristanê ye. Rant û talan e.

Dewletê derqanûnê ev der ji mîmarê re vekir û ji bo projeyên xwe jî dişewitîne.”

Wê li devera ku şewat derketiye madena kromê bê derxistin

Belgeya derket holê axaftnên Ercument kimyon piştrast dike.

Derket holê ku wê li deverên Belen, Arsûz û Îskenderûnê ya Hatayê ku şewat lê derketiye projeya madena kromê bê pêkanîn.

Di nivîsa fermî ku Walîtiya Hatay û Midûriyeta Bajarsaziyê ya Bajêr jî erê kiriye, hatiye diyarkirin ku wê li herêmê projeya madena kromê bê pêkanîn.

Midûriyeta Hawirdor û Bajarsaziyê ya Bajêr di 30’yê Îlonê de nivîsek ji gundan re şandiye û wan di derbar mijarê de agahdar kiriye.

HDP: Em êrîşa li dijî xwezayê şermezar dikin

Hevserokên Giştî yên HDP’ê Pervîn Buldan û Mîthat Sancar, têkildarî şewata daristana li Hatayê daxuyanî dan

Di daxuyaniyê de êrîşên li dijî xwezayê hat şermezar kirin û wiha hat gotin;

“Êrîşên li dijî xwezayê ji aliyê kî de û bi çi awayî pêk tê bila bê em qebûl nakin.”

Hevserokan dan zanîn ku êrîşa li dijî xwezayê bi qasî êrîşa li dijî mirovan sûcekî giran e.

Hevserokan anîn ziman ku çi dibe bila bibe ewê têkoşîna ji bo parastina xwezayê berdewam bikin.

Piştê 3 rojan waliyê Hatayê îdia kir ku wan şewat xistine bin kontrolê.

Back to top button