Di çalakiya li ber ofîsa NY’ê de li dijî êriş û xiyaneta PDK’ê banga tevlêbûnê meşa zurihê hate kirin

Kurdistanî di çalakiya vê hefeteyê de jî di çarçoveya pêngava dem dema azadiyê ye de li ber ofîsa Neteweyên Yekbûyî ya Cenêvê li dijî êriş û xiyaneta PDK’ê banga tevlêbûna meşa Zurîhê kirin.

Çalakiya rûniştinê ya Kurdistaniyan ku ji 25’ê Çileya 2021’an ve li ber Ofîsa Neteweyên Yekbûyî (NY) ya li bajarê Cenevre yê Swîsreyê tê lidarxistin, didome.

Di çarçoveya pêngava “Dem dema Azadiyê” de çalakiya rûniştinê ya her Çarşemê didome.

Di çalakiya vê heftiyê de jî hemû şehîdên Têkoşîna Azadiya Kurdistanê hatin bîranîn.

Hevserokê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Cenevreyê Erdal Atasoy di çalakiyê de axivî û diyar kir ku heta ku pêngava ‘Dem dema azadiyê ye’ bi ser bikeve wê têkoşîn heta dawiyê bidome.

Her wiha li ser navê Dîwana Hevserokatiya CDK’ê ya Swîsreyê ya têkildarî meşa navendî ya 16’ê Nîsanê ku wê li Zurîhê li dijî êrişên ser gerîla û xiyaneta PDK’ê bê lidarxistin banga tevlêbûnê hate kirin.

Back to top button