Mûrat Karayilan : Pêngava 1’ê Hezîranê pêşî li tunekirina Tevgera Azadiyê girt

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Murat Karayilan êrişên dewleta Tirk ya dagirker û berxwedana gerîla nirxand. Karayilan diyar kir artêşa Tirk ya dagirker li başûrê Kurdistanê li hember berxwedana gerîla êdî li ber têkçûnê ye û got , “li dijî êriş û planên tunekirina destketiyên gelê Kurd, pêwîstî bi helwesteke siyasî û neteweyî heye.”

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Murat Karayilan têkildarî salvegera Pêngava 1’ê Hezîranê û berxwedana gerîla ya li başûrê Kuridstanê ji ajansa Ajansa Nûçeyan a Firatê re axivî.

Karayilan destpêkê, şehîdên meha Gulanê bi rêzdarî bi bîr anî û got: “Ti carî em ala wan li erdê nahêlin, em ê armanca wan ya pîroz pêk bînin û bi ser bixînin.”

Bi boneya 18’mîn salvegera pêngava 1’ê Hezîranê Murat Karayilan qala girîngiya pêngavê û bandora wê kir.

Karayilan got: “Sala 2004’an dewleta Tirk û hêzên cîhanê hewl da tevgera azadiyê tine bikin.

Piştî dîlgirtina Rêber Apo, bi rêya komeke çete ya di nava me de tasfiyekarî bi rêxistin kirin.

Lê belê sekna Rêber Apo ya li Îmraliyê û xeta ku destnîşan kir, têkoşîna azadiya Kurdistanê bi pêngava 1’ê Hezîranê re xist qonaxeke nû.

Armanc ji biryarê, xweparastina li hemberî êrişên dijmin bû.”

Murat Karayilan destnîşan kir pêngava 1’ê Hezîranê destkeriyên girîng bi xwere derxist holê.

Mûrat Karayilan: Şer bi tecrîda li ser Rêber Apo dest pê kir

Murat Karayilan bal kişande ser tecrîda girankirî a li ser Rêber Apo û anî ziman şer bi tecrîde destpê kir û şerê îro li Kurdistanê qirkirina gelê Kurd e.

Murat Karayilan: Ji ber berxwedana gerîlla, dijmin li Zapê xetimîye û têk çûye

Di dewamê de Rewşa şer û berxwedana li Herêmên Parastinê yên Medyayê Murat Karayilan nirxand û ev agahî dan.

Karayilan îşaret bi bêhevsengiya şer kir û got, “lê belê li dijî teknîk û çekên kîmyewî yên dijmin, îrade, fedakarî û eşqa welat a gerîla, hevsengiyê çêdike û ev 44 roj in li ber xwe dide.”

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Murat Karayilan da zanîn piştî ku dijmin li wir xetimî şer qulipand aliyê rojavayê Ava Zê û ev tişt got: Derbarê armanca Dewleta Tirk ya ji van êrişan Mûrad Karayilan îşaret bi êrişên Tirkiyê yen li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Başûr, Şengal û Iraqê kir û got: “Dixwazin Tirkîtiyê li ser her derê serwer bikin û gelên din qir bikin. Esas xetere ev e.”

Back to top button