Parêzer û Dayîkên Aşîtiye: Dagirkeriya Tirk hemû zagonên navneteweyî binpêdike

Parêzer û dayikên Aştiyê tecrîda li ser Rêber APO şermezarkirin û gotin ku dagirkeriya Tirk hemû zagonan binpêdike û şerê li herêmê bi tecrîda li ser Rêber Apo ve girêdayî ye.

Der barê tecrîda li ser Rêber APO, endamên Yekitiya Parêzeran a Qamişlo û herêma Cizîrê ji ajansa Hawarê re axivî.

Parêzên li Bakur û Rojhilatê Sûrî tecrîd şermezarkirin û anîn ziman ku dagirkeriya Tirk hemû zagonên navnetewî binpêdike heta “Mafê Hêviyê” Rêber Apo jê bê par hiştiye.

Her wiha parêzeran teqezî bi domandina xwebatên xwe kirin heya ku zextê li rêxistinên navneteweyî bikin û li hemberî tecrîdê helwesta xwe nîşan bidin.

Di heman çarçoveyê de, dayikên şehîdan û aştiyê yên Helebê tecrîda li ser rêber APO û êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê şermezar kirin.

Dayîkên Aşîtiyê tecrîda li ser Rêber APO şermezar kirin û balkişandin ser êrîşên li ser herêmê ku ew jî bi tecrîda li ser Rêbertî ve girêdayî ye.
Dayîkan di dawiya axftina xwe da soza bilindkieina tekoşînê dan hey ku rêber Apo serbest bê berdan.

Back to top button