KNK û 24 partiyên Kurdistanî: Êrişên dewleta Tirk li dijî hemû destkeftiyên Kurdistanê ne

1’ê Gulanê, KNK û 24 partiyên Kurdistanê li paytexta Belçîka Birukselê li hev civiyan.
Mijara sereke ya civînê, êrişên Dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê û hevkariya PDK’ê bû. Di civînê de, bang li aliyên Kurd hat kirin ku rê ji dijmin re venekin û nebin hevkar. Hat gotin: “Îroj roja berxwedan û têkoşîna li dijî êrişên dijmin e.” 

1’ê Gulanê Kongreya Netewî ya Kurdistanê bi nûnerên 24 partî û rêxistinên Kurdistanî re li Brukselê civînek li dar xist.

Rojeva sereke ya civînê jî êrişên dagirkerî yên dewleta Tirk li ser Başûrê Kurdistanê û hevkariya PDK’ê bû.

Di civînê de hat piştrastkirin êrişa li devera Zap û Avaşînê hatî destpêkirin ne tenê li dijî hêzên Gerîlayên HPG’ê ye, li dijî hemû destketî û berjewendiyên Kurdistanê ye û dagirkirina Başûr e.

KNK’ê anî ziman Îro roj, roja berxwedanê ye, divê li dijî êrişên dijimin yekîtî were xurtkirin.

Encamnameya civînê bi daxuyaniyekê bi raya giştî re hat biparvekirin û ji bo rawestandin êrişên Tirkiyeya dagirker ev bang hat kirin:

KNK û 24 partiyên Kurdistanî: Divê Kurd rê ji dijmin re venekin û nebin hevkar

Em bang li hemû hemû hêz û rêxistinên Kurdistanî dikin ku li hember êrişên dagirkeran rawestin û di parastina Kurdistanê de cihê xwe bigrin.

Û ji hemû hêzên Kurdistanî jî dixwazin rê li ber dijminan venekin û hevkariya dagirkeran nekin.

Em bang li NY, YE, Komkara Erebî û hemû kes û aliyên demokrat û azadîxwaz jî dikin ku li hember dagirkerî û êrîşên dewleta Tirk, bêdeng nemînin û helwestê nîşan bidin.

Em bag li gelên Kurdistanê û dostên gelê Kurd jî dikin ku bi rihê berxwedana Kobanê li hember van êrişan dakevin qadan û têbikoşin.

Di civînê de biryar hat dayîn ku nameyek ji Rêxistina Têkoşîna li Dijî Karanîna Çekên Kîmyewî (OPCW) were şandin û der barê bikaranîna çekên kîmyewî lêkolîn were kirin.

Her wiha nameyek wê ji NY, YE û Komkara Erebî re jî were şandin û daxwaza nîşandana helwestê li wan jî were kirin.

Back to top button