Awistralya û japonya peymanek li ser Pasifîkê îmze kir

Piştî peymana AUKUS ê, li Pasifîkê dor li Çînê hîna tê tengkirin. Di demekê ku Çîn di warê leşkerî û aborî de bandora xwe zêde dike, Japonya û Awistralya peymanek li ser Pasifîkê îmze kir. Peymana ku ji bo tengavkirina Çînê li herêmê hatî îmzekirin, ji waliyê Tokyo û Kanberra ve weke “dîrokî” hat pênasekirin.

Her çiqasî peyman bi armanca “tevkariyê ji aramiya herêmê re bibe alîkar” hatibe binavkirin û qala Çînê nehatibe kirin, lê ev yek weke gaveke li dijî Pekînê tê şîrovekirin.

Serokwezîrê Awistralya Scott Morrison di axaftina xwe ya piştî merasîma îmzekirinê de peyman wekî “dîrokî” bi nav kir.

Morrison diyar kir ku cara yekeme navbera her du welatan di çarçoveyeke zelal a geşkirina hevkarî û xebata hevpar de xetek hat xêzkirin.

Her du welat di heman demê de endamên koma fermî a “Quad” in, ku ji DYA û Hindistanê pêk tê.

Armanca sereke ya koma Quad jî berfirehkirina hêza hevalbendî li dijî gefa mezinbûna Çînê ya li deryay Pasifîkê ye.

Çîn ya ku derbarê peymanê de daxuyaniyek dayî got,

Pêwiste Pasifîk weke oqyanusek aştiyê bimêne.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku 15’ê Îlonê navbera DYA, Awistralya û Brîtanya de peymana AUKUS hatibû îmzekirin.

Bi peymanê re wê Awistralya êdî bibe xwedî keştiyên noqîvan yên nukleerî.

Back to top button