Li Rihayê leşkerên dagirker êrişî bîranîna Bazo Yilmaz kir

Bi boneya salvegera qetilkirina girtiyê nexweş Bazo Yilmaz merasîma bîranînê hat li taxa Gogan a Navçeya Xelfetî ya Rihayê hate lidarxistin.
Leşkerên dewleta dagirker êrişî merasîmê kirin û 3 kes binçavkirin.

Di merasîma bibîranînê de malbata Bazo Yilmaz û parlamenterê Partiya Çep a Kesk Omer ocalan û gelek şêniyên rihayê amade bûn.

Di çalakiya bibîranînê de Parlementerê Partiya Çepên Kesk a Rihayê Omer Ocalan axivî û wiha got: “Hevalê me Bazo şaredarê dawî yê Goganê bû. Bi qeyûmê re şaredarên ku gel hilbijart, hatin desteserkirin û hevalê me xistin zindan û di encama êşkenceyê de şehîd ket.”

Dema ku Ocalan axaftina xwe de didomand, di wê keliyê de leşkerek bi hinceta, “Li goristanê daxuyanî dayîn qedexe ye” êrişê girseya biranînê kir.

Di encama êrişê de 3 kes hatin binçavkirin

Di encamê de leşkerên dagirker 3 kes binçavkirin.

Û xwestin parlamenter Omer Ocalan jî bincavbikin û êrişa fîzîkî li hember wî bikaranîn.

Back to top button