Hêzên PDK’ê 10 ciwanên raperîna Şeladizê girtin

Ew bi xwe, bi biryar û kirinên xwe yên dawî, hevkariya xwe ya bi dewleta Tirk re piştrast dike. Piştî du salan ji bûyera raperîna Şêladizê ku tê de ciwanên wê li dijî baregeha Tirkiyê derketin, PDK’ê ew girtin û ceza kirin. 

23’yê Çileya 2019’an dewleta Tirk navçeya Şêladizê bombebaran kir, di encamê de 4 sivîlanjiyana xwe ji dest da û 2 jî birîndar bûn.

Pişî vê êrişê, xelkê Şêladizê 26’ê Çileyê serî hildan û dest bi raperînê kirin.

Wê demê ciwanên Şêladizê ketin nava baregehên dewleta Tirk a dagirker û şewitandin.

Piştî vê, leşkerên dewleta Tirk êrişî şêniyan kir, 2 ji wan şehîd xistin û gelek kes jî birîndar kirin.

Herî dawî û li ser vê bûyerê PDK’ê weke her tim û ji bo hevkariya xwe ya bi TIrkiyê re ket tevgerê.

PDK’ê, 10 ciwanên ku wê demê rabûn û ketin baregehên Tirkiyê ceza kirin.

Ajansa Rojnews’ê ragihand 18’ê Mijdarê PDK’ê cezayê salekê li 5 ciwanan birî û rojên bê jî wê 5 din jî dadgeh bike.

Hêzên PDK’ê bêyî agahdarkirin bi ser malên ciwanan de girtin, ew birin dadgehê û ceza kirin.

Back to top button