FBI 25 hezar parêzvanên netewî di lêpirsînê re derbas dike

Ji bo merasîma sondxwarinê serokê DYA yê 46. Joe Biden tenê 2 roj mane.
Lê metirsiya derketina xwepêşandan û aloziyê, li nava welat atmosferek bitirs daye avakirin.
Buroya Lêpirsînê ya Federal (FBI) bi gumana ku dibe li nava hêzên parastina netewî alîgirên Trump hebin dest bi lêpirsînê kir.

Di merasîma dewrgirtina erkê serokatî ya 20’ê Çileyê de, wê 25 hezar Parêzvanên Netewî bi erka ewlekariyê rabin.

FBI bi gumana ku dibe aligirên Donald Trump di nava Parêzvanên Netewî de hebe û provakasyonê bike, lêpirsîn da despêkirin.

Wê di merasîmê de tevdîrên parastina ji vîrûsa Corona jî were destgirtin.

Ji ber êrîşa alîgirên Trump ya li ser avahiya Kongreyê metirsiya derketina şereke navweyî yê li welat derketibû.

Rêveberên welat jî naxwazin karê xwe ji şansê re bihêlin.

Ji ber kesên di êrîşa li dijî Kongrê de hatîn girtin, çendek ji wan di nava Parêzvanên Netewî de rolên çalak leyîstibûn.

Ger were qiyaskirin, tevdîrên ewlekariyê ji merasîmên beriya niha 2 daqî zêdetire.

Back to top button