Gulîxan Tahir: Tenê daxuyanî sûcên dagirkeriyê ranawestînin

Bertekên li dijî êrîşên dewleta tirk, bi taybet jinan dewam dikin. Endama rêveber a Kongra Star a Til Temir Gulîxan Tahir û Jinên Şêrawayê diyar kirin ku dewleta Tirk hewil dide bi hemû rêbazan tevgera jinan bişkîne. Nûnera PYD’ê Nûrşen Hesen daxuyakirin ku siyaseta ku PDK niha dimeşîne tenê xismeta dewleta Tirk dike. 

Dewleta Tirk a dagirker armanc dike ku tevgera jinên azad li her derê têk bibe.

Şehîdxistina siyasetmedar Hevrîn Xelef, êrişa li ser nivîsgeha HDP’ê û kuştina Deniz Poyraz, mînakên hovîtiya dewleta Tirk in.

Endama Rêveber a Kongra Star Gulîxan Tahir diyar kir ku dewleta Tirk tevgera jinan her tim armanc dike da ku vîna wê bişikîne.

Gulîxan Tahir destnîşan kir ku dewleta Tirk bi dewletên Ewropayê re di 2011’an de ji bo parastina mafên jinan peyman îmze kir, lê hîna jî bi sedan jin têne kuştin û îşkencekirin.”

Endama Rêveber a Kongra Star Gulîxan Tahir herî dawî bang li hemû jinan kir ku dakevin qadan û sûcên dewleta Tirk şermezar bikin.

Jinên Şehbayê: Em soza berxwedanê nûjen dikin û tucarî dev ji axa xwe bernadin

Li alîkî din jî li dijî êrîşên dewleta Tirk yên li ser kantona Şehbayê, Jinên navçeya Şêrewa gotin:

Li dijî êrîş û kirinên dewleta Tirk em soza berxwedanê nûjen dikin û tucarî dev ji axa xwe bernadin.

Nurşen Hesen: Hevkariya PDK’ê ya bi dewleta Tirk re li ser Kurdistanê metirsiyeke

Nunera PYD’ê ya Başûrê Kurdistanê Nurşen Hesen derbarê êrîşên dewlta Tirk li ser Başûr Kurdistanê axivî û da diyar kirin ku siyaseta PDK’ê ya niha tenê xizmetê ji dewleta Tirk re dike.

Nurşen Hesen got ku divê PDK vê siyaseta xwe ya dij Kurdan bi guhere û bizane ka kiye dost û kiye dijmin e.

Back to top button