Urdun: Koçberkirina Filistîniyan emê weke şer hesab bikin

Urdun ji rewşa li Xezayê bihêrse.
Ji ber vê yekê dixwaze di zutirîn demê de şer were rawestandin.
Rêveberiya Urdunê ragihand ku koçberkirina Filistîniyan ji Şerîaya Rojava ‘xeta sor’ e û got:
Di rewşek wiha de, em ê vê gavê weke ragihandina şer qebûl bikin.

Hemasê 7’ê Cotmehê bi carekê de bi ser Îsraîlê de girt.

Ji wê rojê ve şerekeî dijwar li welat heye.

Ev şer heta niha bûye sedema nêzî 1,5 mîlyon kes ji cih û warê xwe koçber bibin.

Hemwextî vê yekê ji Urdinê hişyariyek tund hat.

Serokwezîrê Urdunê Bişr el-Xesawne her hewldanek ji bo koçberkirina Filistîniyên li Xeza û Şerîeya Rojava an jî afirandina şert û mercên ku bibe sedema vê rewşê wekî “xeta sor” bi nav kir.

Bişr el-Xesawne diyar kir ku Urdun wê rewşek bi vî rengî wekî “ragihandina şer binav bike.”

El-Xesawne di axaftina xwe ya ku ji aliyê ajansa nûçeyan a fermî ya Urdunê Petra ve hat ragihandin de daxuyakirin kir ku welatê wî piştgiriyê dide helwesta Misirê ya di vê mijarê de û got,

“Cihê birayên me yên Filistînî li ser axa xwe ye, ne cihek din.”

Li Urdunê fikarên bo “Şerîaya Rojava”

Welatên cîranên Îsraîlê Misir û Urdun ji despêka şerê pêk hatî û heta niha li dijî koçberbûna xelkê Filistînî ya ji cih û warê xwe ye.

Bi ti awayî rê nadin ku Filistînî ji Şerîda Xezayê derbasî xaka wan bibin.

Urdun a ku ev çend sal in mazûvaniya komeke mezin a penaberên Filistînî dike, ji şerê dawî bifikare.

Filistîniyên li Şerîeya Rojava ji 7’ê Cotmehê ve dibin armanca êrîşên niştecihên cihû yên li herêmê.

Wezîrê Karê Derve yê Urdunê Eymen Safadî di daxuyaniya xwe ya hefteya borî de diyar kiribû ku ew ê her hewldana koçberkirina Filistîniyan bo Urdunê weke “Ragihandina şer” binirxînin.

Hat zanîn ku artêşa Urdunê hêzên xwe li rojavayê welat bihêz kiriye.

Urdun: Hemû vebijark li ser maseyê ne

Serokwezîrê Urdunê bi tometbarkirina Îsraîl bi wê yekê tawanbar kir ku di operasyonên xwe yên li Xezayê de armancên leşkerî û sivîl ji hev cuda nake û got; “Mantiqa hêza leşkerî û quretiyê wê ji kesî re ewlekarî û aştiyê neyne.

Hemû bijarde li ser maseyê ne.”

Îsraîl 450 cih bombebaran kir

Back to top button