Rûsya ji peymana ewlehiya hêzên leşkerî vekişiya

Rûsya xwe ji peymana ewlehiya hêzên leşkerî ya piştî Şerê Sar hatibû îmzekirin vekişand.
Moskowê diyar kir ku Amerîkayê bi rêya berfirehkirina hevpeymaniya leşkerî ya NATO’yê peyman bi dawî kiriye.

Rûsya xwe ji peymana ewlehiya hêzên leşkerî ya piştî Şerê Sar hatibû îmzekirin vekişand.

Moskow sedema vekirşîna ji peymanê jî Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê nîşan da û got:

“Amerîkayê bi rêya berfirehkirina hevpeymaniya leşkerî ya NATO’yê peyman bi dawî kiriye.”

Peymana ewlehiya hêzên leşkerî 1990’î, salek piştî hilweşîna Dîwarê Berlînê, hat îmzekirin.

Di wextê Şerê Sar de, peyman li Ewropa bi armanca pêşîgirtina komkirin hêz û êrişeke bilez hate çêkirin.

Bi rêya vê peymanê hêza Yekîtiya Sovyetê dihat sînordarkirin, ev jî dibû sedema ku Moskow nerehet be.

Rûsya 2007’an peyman cemidandibû û 2015’an jî tevlîbûna aktîf a peymanê rawestandibû.

Salek piştî êrişa li ser Ukraynayê, Serokê Rûsyayê Vladimir Putin di Gulana borî de biryarnameyek ku peymanê şermezar dike îmze kir.

Wezareta Karê Derve ya Rûsyayê ragihand ku Moskow ji nîvê şevê de bi fermî ji peymanê vekişiyaye û ew peyman êdî “dîrok” e.

Rûsya, hewildanên Amerîkayê ji bo berfirehkirina NATO’yê weke sedema vê gavê dît û got:

“Qebûlkirina Fînlandiya di NATO’yê de û serlêdana Swêdê tê wateya ku peyman bi dawî bûye.”

NATO vekişîna Moskow ji peymanê şermezar kir

Piştî ku Rûsyayê niyeta xwe ya vekişîna ji peymana îsal ragihand, NATO’yê ev biryar şermezar kir û got:

“Ev biryar zirarê dide ewlehiya Euro-Atlantîkê.”

Amerîka û hevalbendên wê pejirandina CFE’ya nûjenkirî di 1999 de bi cîbicîkirina sozên Rûsyayê yên derbarê Gurcistan û Moldovayê ve girê didin.

Rûsyayê jî vê yekê red dike.

Back to top button