Di navbera Koreya Bakur û Başûrî de xetên danûstadninê careke din hatin vekirin

Di salvegera 68. a peymana agirbsta ku dawî li şerê navbera Koreya Bakur û Başûrî de anî, careke din xetên danûstandinê hatin vekirin.

Di daxuyaniyê de, hate ragihandin ku nameyên di navbera serokê Koreya Bakur Kim Jong-un û Serokê Koreya Başûr Moon Jae-in de, ji Nîsanê ve despê kiribû.

Ev danûstandin piştî demekê encamên erênî daye.

Hate gotin, xetên danûstandinê yên fermî di navbera her du welatan de hatine aktîf kirin û hêvî kirin ku “têkiliyên dualî dê di zûtirîn dem de bi baweriya hevbeş werin vegerandin.”

Ajansa dewleta Koreya Bakur jî daxuyaniya ji aliyê ya Başûrî ve hatî dayîn piştrast kir.

“Naha tevahî gelê Koreyî dixwaze bibîne ku têkiliyên Bakur-Başûr di zûtirîn dem de ji paşdeçûn û sekinandinê derdikevin.”

Biryara baştirkirina têkiliyan di salvegera Peymana Agirbestê ya Panmunjom ku dawî li Şerê Koreyî ku 27’ê Tîrmeh 1953’an hatibû îmzekirin, hate dayîn.

Sala borî, Koreya Bakurî ji ber komek çalakvanên Koreya Başûrî bi rêya deryayê belavokên li dijî hikumeta Bakurî belavkiribûn danûstandin hatibûn rawestandin.

Back to top button