Komîteya Koçberên Serêkaniyê bi koordîneya Yekitiya Werzîşê ya Herêma Cizîrê, turunveyeke futbolê bi navê “Veger” da destpêkirin.
Turnuve li stada Muhterifîn a nêzî çerxerêya Sebax a bajarê Hesekê dest pê kir û dê heta 15’ê Kanûnê bidome..
Li gorî serokê komîteya amadekar a turnuveyê Besam Kaço, 8 tîm beşdarî turnuveyê bûne,
Kaço diyar kir ku ewê çalakiyên bi bangên li civata navneteweyî berdewam bikin heta ku bikevin tevgerê û dagirekriya Tirk a li bajarên wan bi dawî bikin.
Berdevkê koçberên Serêkaniyê, Mehmûd Cemîl jî axivî û vekirina turnuveyê bi navê veger girîng dît…
Turunve bi avêtina gogê ji aliyê zarokê bi navê Mihemed Hemîd ê di êrişên kîmyewî yên 2019’an li ser Serêkaniyê laşê wî şewitî dest pê kir..