TEQÎNEK DI DEPOYA CERÊ GAZÊ DE ÇÊBÛ,14 SIVÎL BIRÎNDAR BÛN

Doh dernegiya şevê li Kampa Holê ya Rojhilatê bajarê Hesekê, teqînek di depoyek cerên gazê de pêk hat.

Di encamê de 14 kes birîndar bûn.

Di saetên şevê de, teqîneke di depoyên gazê de pêk hat û şewat derket.

Li gorî agahiyên hatine bidestxitin, 14 kesên sivîl birîndar bûn.

Kesên birîndar ji aliyê Heyva Sor a Kurd ve hatin dermankirin.

Lê belê kesên rewşa wan giran e, ji bo nexweşxaneyên bajarê Hesekê hatin veguhestin.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn a navçeya Hol dest bi lêpirsînê kir.

Li gorî agahiyên ji hindirê kampê, şaneyên veşarî ev teqîn pêk anîne da ku aloziyê li kampê çêbikin û rêya revê ji malbatên çeteyan re vekin.

Di du rojên dawî de 2 hezar û 800 kes ji bajarokê Baxozê yê gundewarên Dêrazorê gihiştin kampa Holê.

Piraniya wan ji malbatên çeteyan e.

Her wiha di encama pêşketina şervanên QSD’ê de , di demên dawî de, bêhtirî 30 Hezar koçber li Kampê hatine bicihkirin

Leave a Reply

Back to top button