Li Başûrê Kudistanê, 2 kes bi vîrûsê ketine û 4 jî mirin

Wezareta Tenduristiyê ya Başûrê Kurdistanê ragihand ku li Silêmaniyê 2 kes bi Coronayê ketine û 4’an jî jiyana xwe ji dest daye.

Wezareta Tenduristiyê ya herêma Başûrê Kurdistanê duh bi daxuyaniyekê diyar kir ku 2 kes li Bajarê Silêmaniyê bi vîrûsa Koronayê ketine û 4’an jî jiyana xwe ji dest daye.

Li gorî Wezaretê, jimara pêketiyên Koronayê gihîşt 337’an, 244 kes baş bûne û 89 rewş jî di bin çavdêriyê de ne.

Li tevahî Iraqê, 48 kes bi vîrûsê ketine û 81 jî jiyana xwe ji dest daye

Li aliyekî din jî, Wezareta Tenduristiyê ya Iraqî da xuyakirin ku di nava 24 saetan de 48 kes bi Koronayê ketine.

Li gorî Wezaretê, li tevahî Iraqê jimara pêketiyên Koronayê gihîşt 482 kesan, 81 kesan jiyana xwe ji dest daye û 906 kes jî baş bûne.

Li Rojhilat Kurdistan û Îranê heta niha 79 hezar û 494 kes bi vîrûsê ketine

Li Rojhilatê Kurdistan û giştî Îranê jî, heta niha 79 hezar û 494 kes bi vîrûsê ketine û 4 hezar û 958 kes jî jiyana xwe ji dest daye.

Li gorî Wezareta Tenduristiyê ya Îranî, 3 hezar û 563 pêketiyên Koronayê di rewşên metirs de ne.

Back to top button