TEV-DEM: Dewleta Tirk, êrîşî vîna gelê Mexmûrê dike

TEV-DEM’ê êrîşên artêşa Tirk ên li dijî wargeha Mexmûrê şermezar kir, û diyar kir ku ev êrîş ji ber bêdengiya hikumetên Bexda û Hewlêrê ye.

Tevgera Civaka Demokratîk TEV-DEM, bi daxuyaniyekê, diyar kir ku dewleta Tirk dijminatiya îradeya gelan dike û rewşa heyî li dijî îradeya gelê Mexmûrê bi kar tîne.

TEV-DEM’ê anî ziman ku dewleta Tirk bi êrîşên xwe rewşa hikumeta Iraqê ya ku ne arame şantaj dike, û baweriya bi PDK’ê keysbaz dike.

Li hemberî vê yekê jî hikumetên Bexda û Hewlêrê bê deng in û hîn zêdetir derfet ji dagirkeriya Tirkiyê re vedibe.

TEV-DEM’ê bang li hikumetên Bexda û Hewlêrê kir ku li dijî van êrîşan, bi berpirsyariyên xwe rabin.

Back to top button