LI SERÊKANIYÊ QSD’Ê Û KOALISYONA NAVDEWLETÎ DEST BI DEWRIYÊN HEVBEŞ KIRIN

Ev zêdeyî 10 roja ye dewleta Tirk a dagirker bi zimanekî tund gefan li herêmên bi ewle yên bakur û rojhilatê Sûrî dixwe. Li dijî van gefan gel jî di nav çalakiyan de ye. Her weha îro li bajarê Serêkaniyê Hêzên QSD’ê û Koalisyona Navdewletî ya li dijî DAIŞ`ê dest bi dewriyên hevbeş kirin.

Dewriya hevbeş li gundê Til Erqem a nêzî Serêkaniyê geriya, her wiha berê xwe da bajaroka Til Helefê paşê jî bajarê Serêkaniyê bixwe.

Hat zanîn ku Dewriya hevbeş a QSD û Koalisyona Navdewletî li nava bazara navendî ya Serêkaniyê geriyan.

Hêjayî gotinê ye ku Cîmis Cêfrî beriya niha têkildarî herêma bi ewle ku dewleta Tirk bangî wê dike, bi berpirsyên Tirkiyê re civiya bû.

Lê berpirsên Tirkiyê bixwe ragihandin ku xalên Emerîkayê yên derbarê herêma ewle de pêşkêş kirine, ne li gorî şertên dewleta Tirk in.

Leave a Reply

Back to top button