Artêşa dagirker gundê Til Temir û Dirbêsiyê topbaran kir

Artêşa dagirker doh êvarê careke din gundewarê Til temirê bombebaran kir.
Artêşa Tirk a dagirker bi balafireke bê mirov a bi çek gundê Eboş ê Til Temirê û gundê Dirdara jî bi hawanan bombebaran kir.

Di encama topbarana li ser gundê Dirdara de 2 leşkerên hikûmeta Şamê yên bi navê Ehemed El Azil û Abdulezîz Abdurehman birîndar bûn.

Heman şevê artêşa Tirk a dagirker gundê Çetelê yê 1 km dikeve rojavayê navenda navçeya Dirbêsiyê jî topbaran kir.

Her wiha li gundê Şemokayê ku bi 16 kîlometreyî li rojavayê Hesekê ye, teqînekê rû da. Li ser sedema teqînê agahî bi dest neketin.

Back to top button