
Li Swêdê hêrseke mezin li hemberî bazara li dijî Kurdan rû dide..
Vê carê Kurdên li Swêd û dostên wan ên li wî welatî, xwepêşandaneke mezin li paytexta Swêdê Stockholmê pêk anîn..
Di xwepêşandanê de gotin:
“Kurdan nekin mijara bazara xwe ya qirêj”
Parlementera serbixwe Amîna Kakebaweh got:
“Bijî berxwedana Kobanê, Bijî Berxwedana Rojava.
Bi vê danstendina bi Tirkiyê re ji bo Swêd rûreşiyeke mezin e.
Doh digotin, YPJ-YPG berxwedêrên herî mezinin, Ann Lindê bi xwe YPJ pîroz kiribû, lê îro jî ji bo ku bikevin nava NATO’yê, ketine pey bazarî û serîtewandina li hember Erdogan.
Helbet wê têkosîna azadiyê bi destê jina Kurd çêbibe. Em ê tu carî dev ji xeyala avakirina Kurdistaneke azad bernedin.”
Hevserokê KNK’ê Ehmed Karamûs destnîşan kir ku peymana navbera Tirkiye, Fînlandiya û Swêdê hem ji bo Kurdên li Swêdê hem jî ji bo Kurdan hemûyan weke peymaneke xiyanetê li dijî Kurdan e û got:
Ew peymana ku we bi dîktator Erdogan re îmze kiriye, derbeyeke li dijî têkoşîna rewa ya Kurdan ku tekoşîna ji bo azadiya xwe ya çandî û civakî didin.
Ti kes nikare li ser daxwazên Tirkiyeyê Kurdan weke terorîst binav bike.
Di heman xwepêşandanê de, daxwaza derxistina PKK ji lîsteya terorê hat kirin û îmze jî hatin komkirin.