Li seranserî herêmê li dijî êrişan gel daket qadan

Îro li gelek deverên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dijî êrişa bi çekên kîmyewî ên dewleta Tirk a dagirker meş û çalakî hatin lidarxistin. Di çalakiyan de peyama berxwedana li dijî êrişan hate dayîn û bang li NY û rêxistinên navnetewî hate kirin ku helwestê nîşan bidin.

Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dijî êrişên bi çekên kîmyewî ên li dijî gerîla daketin qadan.

Îro li gelek deveran meş û çalakî hatin lidarxistin.

Îro bi hezaran welatiyên Kobanê li dijî êrişan daketin qadan.

Di meşê de hevserokê desteya Jîngehê yê herêma Firatê Arif Balê axivî û got:

“Îro tiştên li herêmên parastinê yên Medya çêdibin dubarekirina sûcên DAIŞ’ê ne.”

Dayikên Aştiyên ên herêma Efrînê jî bi daxuyaniyekê bikaranîna çekên kîmyewî şermezar kir.

Meclisa Malbatên Şehîdan a Hesekê jî bi heman armancê daxuyaniyek da.

Meclisê diyar kir ku ev êrişên li dijî gerîlayên azadiyê pêk tên bi aramanca şikenandina vîna gelên herêmê ye û bang li NY kir ku bi erka xwe rabe.

Partiya Sûriya Pêşerojê jî daxuyaniyek li dijî bikaranîna çekên kîmyewî da.

Partiyê diyar kir dewleta Tirk li çiyayên Kurdistanê, her wiha di dema dagirkirina Efrîn, Serê Kaniyê û Gir Spî de çekên qedexekirî bikar anîn û got: “Ev sûcên dermirovî li pêş çavên Cîhanê tê kirin.

Divê rêxistinên mirovî û navnetewî bi erk û berpirsyariyên xwe rabin.”

Meclisên Malbatên Şehîdan ên li Tebqa, Reqa û Minbicê bi daxuyaniyeke hevbeş êrişên bi çekên kîmyewî şermezar kirin.

Meclisan diyar kir ewê li dijî êrişan têkoşîna xwe bidomînin.

Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan li Minbicê bi meşekê êriş şermezar kir.

Kesên ku beşdarî meşê bûn diyar kirin ku gerîla ji bo parastina tevahî gelên herêmê şer dike û piştgirî dan berxwedana gerîla.

Li Qamişloyê jî Insîyatîfa Gel a Bakur û Rojhilatê Sûriyê daxuyaniyek da û diyar kir ku bi hevgirtina gelê herêmê dê karibin li dijî êrişên dagirkeriyê bisekinin.

Li navçeya Tirbespiyê jî daxuyaniyek ji aliyê Kongra Star ve hate dayîn.

Di daxuyaniyê de hat gotin, “Bikaranîna çekên kîmyewî û zêdekirina êrişan dê têkoşîna me qels neke, emê çekên şehîdan rakin û tola wan hilînin.”

Li Helebê jî Saziyên Civaka Sivîl daxuyaniyek dan û bikaranîna çekên kîmyewî li dijî gerîla şermezar kir.

Di daxuyaniyê de bang li rêxistinên mafên mirovan hate kirin ku erkên xwe bi cih bînin.

Back to top button