Kongra Star: divê her kes rabe ser piyan

Tevgera Civaka Demokratîk-TEV-DEM’ê, Kongra Star û PYD’ê bi daxuyaniya êrişên kîmyewî yên li dijî gerîla şermezarkirin. Di daxuyaniyan de hat diyar kirin Neteweyên Yekbûyî jî bi bêdengiya xwe berpirsyar e û li dijî van êrişan banga mezinkirina têkoşînê li gelê Kurd û hêzên siyasî hate kirin.

Kongra Star jî diya kir ku divê saziyên eleqeder erk û berpirsiyariya xwe bi cih bînin, lêpirsîneke serbixwe bê vekirin û rejîma faşîst a dewleta Tirk ji ber sûcên xwe yên şer bê darizandin.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin, ku dewleta Tirk a faşîst ku nikare li hemberî gerîlayên azadiyê bi pêş ve biçe û hewil dide bi çekên kîmyewî encam bigire.

Kongra Star, bang li jinan, gelê û hemû hêzên demokratîk kir ku li hemberî êrîşên dewleta Tirk ên bi çekên qedexekirî, dengê xwe bilind bikin û rabin ser pêyan.

PYD: Divê Kurd li dijî van êrişan seferber bibin

Di heman çarçoveyê de PYD’ê jî êrişa bi çekên kîmyewî ya li dijî gerîla û ev sûcê mirovahiyê şermezar kir.

PYD’ê bal kişande li ser şehadeta 17 gerîlayan û diyar kir ev sûc ne cara yekemîn e li dijî gelê Kurd û gerîla tê kirin û got, “Ev êriş li gelek herêman li ber çavên hêzên navneteweyî hatin kirin.”

PYD’ê diyar kir divê civata navneteweyî helwestê li dijî dewleta Tirk nîşan bide da ku êrişên xwe yên hovane li dijî gelê Kurd bi dawî bike.

PYD’ê di dawiyê bêdengiya Netewên Yekbûyî û Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî (OPCW) şermezar kir û bang li gel û hemû hêzên Kurdistanî kir ku li beramberî van êrişan bibin yek û rê nedin dagirkeriya dewleta Tirk.

Back to top button