Yemen ji DYA û qada navnetewî xwest Hûsiyan bêxe lîsteya terorê

Li Yemenê aloziya mezhebî ya nava 7 salên dawî, welat ji hev xistiye.
Hikûmeta Yemenê bang li Amerîka û civaka navdewletî kir ku Hûsiyan careke din bêxe lîsteya terorê.
Di vê navberê de piştî 3 salan rêya navbera paytext Sana û parêzgeha Hudeyda hate vekirin.

Hikumeta Yemenê dixwaze Hûsî careke din li lîsteya Terorê were zêde kirin.

Wezîrê Ragihandina Yemenê Mihemed El-Iryanî ji ajansa nûçeyan a Sabayê re axivî û got,

Piştî ku Amerîka, Hûsî ji lîsteya terorê derxist, li Yemenê mehên borî xerabtir, tijî drama û xwînî bûn.

Iryanî anî ziman ku ev rewş alîkariya kuştina Yemeniyan, berfirehkirina qada şer û domandina tawanên nemirovane kir.

Îryanî bi gotina “Çekdarên Hûsî ji rêxistina terorîst a Qaîde û DAIŞ’ê ne cudatire” û ev tişt anî ziman:

Ew tenê ji zimanê hêzê fam dikin û tekane rêya rawestandina şer zêdekirina zextên siyasî û leşkerî ye.

Iryani bang li Amerîka û civaka navneteweyî kir ku Hûsiyan dîsa bixin lîsteya terorê.

Rêveberiya Serokê DYA Joe Biden di Sibata 2021’an de, Hûsî ji lîsteya terorê derxist.

Serokê berê yê Amerîka Donald Trump, Hûsî xistibû lîsteya terorê.

RÊYA NAVEBRA SANA-HUDEYDA PIŞTÎ 3 SALAN HAT VEKIRIN

Di vê navberê de, rêya navbera paytext Sana û parêzgeha Hudeyda ku di bin kontorola Hûsyan de bû careke din, ji bo hatin û çûnê hat vekirin.

Ev rê piştî 3 salan cara yekeme ku 13’ê Mijdara 2021’an hat vekirin.

Piştî sala 2014’an paytexta welat Sana kete destê Hûsiyan û vir ve şereke dijwar destpê kir.

Li aliyekê hêzên hikûmetê ku Erebistana Siûdî piştevanî dike, li aliyê din jî Hûsî hene.

Back to top button