TEV-DEM’ê li dijî gerîla bikaranîna çekên Kîmyewî dewleta Tirk şermezar kir û got: ”Aliyên navneteweyî berpirs in.”
Tevgera Civaka Demokratîk -TEV-DEM’ê ji bo bikaranîna çekên kîmyewî li dijî gerîla daxuyaniyek da û got:
Dewleta Tirk ne cara yekê ye ku çekên kîmyewî bi kar tîne. Berî niha jî li Efrîn û Serêkaniyê bi kar aniye.
Gelek caran li herêmên parastina Medya jî li dijî gerîlayan ev çek bi kar aniye.”
TEV-DEM’ê bêdengiya navneteweyî li hember sûcên dagirkeriya dewleta Tirk şermezar kir.
Û da zanîn ku bêdengiya wan rê dide dewleta Tirk ku van sûcan pêk bîne, ji bo wê jî ew berpirsên van sûcan in.
TEV-DEM’ê bang li hêzên siyasî û nîştimanî yên Kurdistanê kir ku asta berxwedanê li gorî şêwazê şerê gel ê şoreşger bilind bikin.