ANF’ê Dîmenên gerîlayên ku ji çekên kîmyewî bandor bûn belav kir

Artêşa Tirk a dagirker ji Nîsanê ve li herêmên gerîla bênavber çekên kîmyewî bikar tîne. ANF’ê dîmenên du gerîlayên ku li herêma Werxêlê ya Avaşînê ku rastî êrîşên kîmyewî hatine, belav kir.

Di dîmenan de tê dîtin ku komek leşkerên Tirk tên ser tunelên şer ên herêma Werxelê, çend leşkerên ku werîs li nava wan girêdayî berdidin ber derê tunelan.

Piştî ku leşkeran çekên kîmyewî yên ku di destê wan de bûn avêtin deriyê tunela şer, bi lez û bez dûr ketin.

Dîmen nîşan dide ku çekên kîmyewî bedena herdu gerîlayan tevizandiye û bûye sedem ku ji ser hişê xwe biçin.

Gerîla Zîlan Mêrdîn yek ji wan gerîlayan e ku mudaxeleya ewil li gerîlayên ku rastî êrîşên çekên kîmyewî hatin, kir û bû şahidê bûyerê, got:

“Li tunelên şer ên Werxelê şerekî pir dijwar û bênavber heye.

Hema bêje her roj dijmin bi bombeyên tund li deriyên tunelên şer teqînên mezin pêk tîne.

Di heman demê de gazên kîmyewî yên bêbêhn/bibêhn û gazên îsotê yekser an jî bi hev re bikar tîne.”

Back to top button