YEK ji girtiyên Behdînanê Eyaz Kerem: Rewşa me gelek xerab e

Girtiyên Behdînanê dest bi çalakiya gireva birçîbûnê kirin.
Sedema vê yekê jî paşxistina doza wan e.
Li gorî Rêxistina 17’ê Sibatê ya Mafê Mirovan, rewşa girtiyan di metirsiyê de ye.

Ji Hezîrana 2020’an ve hejmarek ji rojnameger û çalakvanên herêma Behdînan di zindanên PDK’ê de ne..

Tevî nerazîbûn û hişyariyên civak û saziyên mafên mirovan jî doza van kesên girtî nayê binecamkirin..

Herî dawî Dadgeha Hewlêrê cara sêyem doza girtiyên Behdînanê paşde xist.

Û ev yek bû sedema hêrs û nerazîbûnan.

Duh yek ji girtiyan, Eyaz Kerem li rewşa kesên zindankirî, peyamek bi deng ji çapemeniyê re şand.

Kerem diyar kir ku beşek ji hevrêyên wî ji roja Dûşemê ve dest bi greva birçîbûnê kirine û rewşa wan gelek xareb e.

Di peyamê de tê gotin;

Îro girtî ji girtîgeha Asayîşê veguhestin Girtîgeha Çaksazî ya Gewran.

Her yek birine cihekê û agahiya wan ji hev nîne.

Doza me siyasî ye. Li girtîgehê êşkenceya derûnî û bedenî li me kirine. Îfadeya me guhertine. Rê nedane em parêzerên xwe bibînin.

Eyaz Kerem bang li Komîsyona Mafê Mirovan a Parlamentoya Başûrê Kurdistanê kir ku rewşa girtiyên ketine grevê bişopînin.

Rêxistina 17’ê Sibatê ya Mafê Mirovan: Jiyana giritiyan di metirsiyê de ye

Rêxistina 17’ê Sibatê ya Mafê Mirovan jî têkildarî rewşa girtiyên berteka nîşan helwesta dadgehê da.

Rêxistinê bi bîr xist ku li hemberî biryara dadgehê girtî ketinê greva birçîbûnê û got:

Niha dest ji vexwarina avê jî berdane. Ji bo wê metirsî li ser jiyana wan heye.

Parlamanterên Iraqê daxwaza helwestdayînê ji welatên derve kir

Her wiha parlamenterên Iraqê jî îro derbarê rewşa girtiyên behdînanê de daxwaznameyek radestî nûnertiyên welatên derve û Neteweyên Yekbûyî yên li Iraqê kir.

Parlamenterên Iraqê destnîşan kirin ku rewşa dadgehên li Başûrê Kurdistanê gelek xirab e û bi temamî ji aliyê partî û kesan ve tê kontrolkirin.

Parlamenteran bang li hemû aliyan kir ku ji bo dawîanîna li vê rewşa awarte zextê bikin.

Back to top button