Çalakiya Nobetê ya ji bo azadiya Rêber Ocalan, di hefteya 423’yan de û bi komeke ji Hollandayê didome.
Çalakî li ber avahiya Konseya Ewropayê ya li Strasboûrga Fransayê, vê hefteyê bi komeke nû dewam dike.
Di çalakiyê de, rola Ocalan a li ser Kurdistan û Rojhilata Navîn hate destnîşankirin û hat bibîrxistin ku çalakiya li ber KE û CPT’yê, ev 9 sal in bi biryardarî didome û heta azadiya Ocalan jî wê dewam bike.
Her wiha bang li hemû gelê Kurd hat kirin ku li ber xwe bide û bi rengekî xurtir tevlî pêvajoyê bibe.
Çalakiya ‘Nobeta Azadî ji Ocalan re’ 25’ê Hezîrana 2012’an dest pê kiribû.