Dewleta Tirk a dagirker Minbic topbaran kir, 5 sivîl şehîd bûn

Dewleta Tirk di hovîtiya xwe ya li ser Bakur û Rojhilatê Sûrîyê de sînoran nas nake. Dewleta Tirk a dagirker di êrîşên xwe cudatiyê nake navbera jin, zarok, kal û pîran.
Artêşa Tirk a dagirker duh di seatên derengiya şevê de gundên Minbicê topbaran kir.
Di encama topbaranê de zarok jî di nav de 5 sivîlan jiyana xwe ji dest dan û 4 kes jî birîndar bûn.

 

Ne tenê Kurd, Dewleta Tirk dijminê Mirovahiyê ye.

Ne xweza, lawir, zarok, jin, kal û pîr, ji hovîtiya dewleta Tirk xilas nabe.

Artêşa Tirk a dagirker şevê din, dema şêniyên Minbicê di xewa giran de bûn, hejmarek gundên Minbicê topbaran kirin, di encama vê topbaranê de 5 sivîlan jiyana xwe ji dest dan.

Meclisa Leşkerî ya Bajarê Minbicê ragihand ku piştî nîvê şevê artêşa Tirk a dagirker ji baregeha xwe ya li gundê Şêx Nasir û Ewlaş-lî ya li rojava û bakur-rojavayê bajarê Minbicê, gundê Qurt-wêran û Yelan-lî topbaran kirin.

Di encamê de, jin û zarok jî di nav de 5 sivîl şehîd bûn û 4 kes birîndar bûn.

Navên 5 kesên şehîd bûne wiha ne:

Fatima Mexlûf, Eliya Diyab, Faris, Xufran û Cemîla Diyab.

2 birîndarên bi navê Ehmed û Mehmûd Diyab jî li nexweşxaneyê tên dermankirin.

Weke ji navan diyar e, piraniya qurbanan ji heman malbatê ne..

Hat zanîn ku bavê Mihemed Diyab beriya salekê ji ber topbarana artêşa Tirk a dagirker li ser Erî-mayê şehîd bûbû.

Back to top button