Li Iraqê, di xwepêşandanên êvara Duşemê de, zêdeyî 30 kuştî û birîndarî çêbûn.
Piştî xwepêşanderan ji meydana Tehrîrê berê xwe da qada Teyeran, pevçûn di navbera wan û hêzên ewlekariyê de çêbû.
Li wir, hêzan rê li ber wan girt, xwepêşanderan jî bi keviran êrîşî wan kir, vê yekê hişt hêzên ewlekariyê gaza rondikrij û guleyên plastîk bi kar bînin û kuştî û birîndar çêbibin.
Li heman qadê, Yekşemê jî şer derketibû û di encamê de 2 xwepêşander hatin kuştin.
Ji bo vê jî, serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî fermana destpêkirina lêpirsînê da û di gotineke televîzyonî de, teqez kir ku xwepêşandan mafekî rewa ye û nabe hêzên ewlekariyê yek guleyê jî bavêjin.