Lîstikvan Rozerîn Îbrahîm: Filmê xeta welatparêzî û jina berxwedêr esas girtiye

Rêzefîlma Tava Sor a ku têkoşîna gelê Kurd li dijî desthilatdaran vedibêje wê di demek nêz de li ser ekrana Stêrk TV bikeve weşanê.  Lîstikvanên rêzefîlmê dibêjin ku armanca wan ji fîlmê, zilma ku li Bakurê Kurdistanê ji aliyê dewletê ve tê kirin nîşanî civakê bidin.

Rêzefîlmê Tava Sor pirsgirêka Kurd, şerê dewletê, hezkirina û têkoşîna Kurd pênase dike û li Rojavayê Kurdistanê hat çêkirin.

Rêzefîlm ji 16 xelekan pêk tê û lîstikvanên wê hemû ji Rojavayê Kurdistanê ne.

Ev rêzefîlm behsa xeta welatparêziyê, xeta xiyanetê, xeta têkoşînê, hest, berxwedan û hêza jinan dike.

Rêzefîlm ji aliyê derhêner Teymûr Avdikê û Andok Nûman ve hatiya amadekirin.

Lîstikvanên rêzefîlma Tava Sor rol û tecrubeya xwe ya di nava rêzefîlmê de anîn ziman.

Lîstikvan û amadekara beşa dekorê Rozelîn Ibrahîm da zanîn ku wê berê cih di xebatên çand û hunerê de, ji bo wê tecrubeyên lîstikvaniyê ji kesayeta wê nedûr e ji berku lîstikvanî di şanoyan de kiriye.

Lîstîkvan Nejbîr Osman: Gelek giringe dema mirov êş û berxwedana gelekî nîşan bide

Lîstikvan Nejbîr Osman got: “Beşdarbûna min a Tava Sor gaveke pir girîng bû, bi taybet dema mirov êşa jin, zarok an jî gelekî bide xuyakirin.”

Jinên têkoşer di nav vê rêzefîlmê de rola xwe baş şîrove dikin.

Her xelekek çîrokek bi wate vedibêje û ew rastiya çand, girêdan û welatparêziya Kurd dide pêş.

Back to top button