Dewleta Tirk çekên kîmyewî li dijî gerîla bi kar tîne

Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê-KNK, KONGRA-GEL, KJK û Meclisa Xweser a Şengalê têkildarê bikaranîna çekên kîmyewî ji aliyê dewleta Tirk ve daxuyanî dan. Di daxuyaniyan de hat gotin: “Dîmenên bikaranîna çekên Kîmyewî ji aliyê dewleta Tirk ve delîlên cidî ne ku sucê şer hatiye kirin. Divê saziyên eleqeder ên navnetewî bikevin tevgerê, ger vê nekin ew jî hevkarê vî sucî ne.”

Konseya Rêvebir a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê KNK, KONGRA-GEL, KJK û Meclisa Xweseriya Şengalê têkildarê bikaranîna çekên kîmyewî ji aliyê dewleta Tirk ve li hember gerîla, daxuyanî dan.

KONGRA-GEL: Li dijî terora dewleta Tirk em rabin ser piyan

Dîwana Hevserokatiyê ya KONGRA-GEL jî di daxuyaniya xwe de anî ziman ku dewleta Tirk çekên kîmyewî û her cûre gazên bi jehr li hemberî gerîla bi kar tîne û got: Dîmenê gerîlayên ku bi van çekan bi jehrê ketin, di çapemeniyê de hate weşandin.

Ev delîlê polîtîkaya qirkirina Kurdan e.

Ji bo raya giştî û saziyên navneteweyî yên li hemberî terora dewleta Tirk ku bêdeng in bikevin tevgerê, ji van dîmenan xurtir ti delîl nîne.

Ger NY, OPCW û saziyên din ên pêwendîdar nekevin nava liv û tevgerê, hingî ev sazî jî hevparê vî sûcê şer in.

KJK: Divê li dijî êriş û dagirkeriyê têkoşîn bê mezinkirin

Koordînasyona KJK’ê jî di daxuyaniya xwe ya derbarê êrişên bi çekên kîmyewî û şehadeta gerîla de soza girêdana bi bîranînên şehîdan re dubare kir û got: “Dema azadî û demokrasiyê , dema serkeftinê ya gel û jinan hatiye.

Em bang li jinan û gelê xwe dikin ku li dijî vê rejîma qirker a AKP-MHP, têkoşînê geş bikin.

Divê her der bibe qada têkoşîna piştevaniya bi gerîla re.”

Back to top button