Li Tirbespiyê 64 şehîdên ku di dem û cihê cuda li dijî êriş û dagirkeriyê şehîd bûne hatin bi bîr anîn.
Merasim li Hola Siyahî ya navçeyê bi beşdariyan bi dehan malbatên şehîdan û welatiyan hate lidarxistin.
Di merasîmê de, sînevîzyonek li ser jiyana şehîdan û nirxandinên Rêber Apo ên der bare şehîdan de hate pêşandan.
Endama rêveber a Meclisa Malbatên Şehîdan ya Qamişlo Selma Xelîl axivî û got:
“Dewleta Tirk a dagirker bi hemû rêbazan hewl da ku projeya demokratîk a li herêm têk bibe,
Selma Xelîl sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û soza şopandina rêya şehîdan da.
Di dawiya merasimê de wesîqeyên şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.