Ayşe Hiso: Piştî civîna Soçî Rûsya xwest Tirkiye û hikumeta Şamê li hev bîne

Endama Nivîsgeha Têkiliyên PDY`ê şaxê Helebê Ayşe Hiso diyar kir lihevkirina Tirkiyê û hikumeta Şamê wê zirarê bigihîne Sûriyê û got: “Armanca dewleta tirk, dagirkerî û pêkanîna projeya Mîsaqî Millî ye.” Ayşe Hiso da zanîn ku yekane rêbazê çareserkirina aloziya Sûriyê, projeya Rêveberiya Xweser e.

Dewleta Tirk a dagirker bi armanca têkbirina projeya Rêveberiya Xweser hewl dide bi hikumeta Şamê re li hev bike.

Têkildarî mijarê endama Nîvîsgeha Têkiliyên Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Ayşe Hiso nirxandin kir.

Ayşe Hiso diyar kir ku piştî civîna sêalî ya Rûsya, Tirkiyê û Îranê, Rûsya xwest dewleta Tirk û hikumeta Şamê nêzî hev bike.

Ayşe Hiso: Lihevkirina bi dewleta Tirk re dê zirarê bigihîne hikumeta Şamê

Ayşe destnîşan kir ku gelek pirsgirêk û nakokî di navbera Tirkiyê û hikumeta Şamê de hene ku nehatine çareserkirin û got: “Ev lihevkirina di radeya yekemîn de dê zirarê bigihîne hikumeta Şamê.”

Ayşe Hiso: Armanca yekemîn a tirkiyê pêkanîna Mîsaqî Millî ye

Ayşê Hiso anî ziman lewma divê hikumeta Şamê bizane ku çi lihevkirinên bi dewleta Tirk re dê bibe sedema îflaskirina wê.

Di dewamê de Ayşê Hiso da zanîn Rusya ji bo berjiwendiyên xwe dewleta Tirk bi kar tîne.

Ayşe Hiso: Çareserî projeya Rêveberiya Xweser ye

Her wiha Ayşe Hiso îşaret bi guhertina demografiya li herêmên ji aliyê dewleta Tirk ve hatine dagikirin kir û got:

“Divê hikumeta Şamê bizane ku dewleta Tirk ji herêmên dagir kirine dernakeve.”

Endama Nivîsgeha Têkiliyên PYD`ê şaxê Helebê Ayşe Hiso da zanîn ku ne mumkin e ku gelê Sûriyê vegere wek beriya 2011`an û piştrast kir ku yekane rêya çareserkirina aloziya Sûriyê, projeya Rêveberiya Xweser e.

Back to top button