Qedexeya derketina derve îro dest pê dike

Ji bo rêgirtina li ber belavbûna vîrûsa Coronayê, îro li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, qedexeya giştî dest pê dike. 

Berî niha Rêveberiya Xweser biryar dabû li herêmê bi giştî qedexeya derketina derve heta hefteyekê bidome..

Li gorî biryarê, qedexe îro dest pê dike û heta 9’ê Cotmehê dewam dike.

Herî dawî Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê, pêketina 151 kesên din bi vîrûsa Coronayê û mirina 9 kesan ragihand.

Bi vê re, heta niha li herêmê bi giştî, 28 hezar û 265 kes bi Coronayê ketine.

Ji wan, 944 kesan jiyana xwe ji dest daye û 2 hezar 180 kes jî baş bûne.

Back to top button