Dema serlêdana namzetiya ji bo parlamentoya Lîbya bidawî bû

Piştî 16 rojên din, wê welatiyên Lîbya ji bo hilbijartina serok û nûnerên xwe di parlamentoyê de biçin ser sindoqan.
Dema ji bo serlêdana namzetiya parlamentoya welat jî doh bişev bidawî bû.
Lîsteya namzetên parlamentoyê jî di nava 3 rojan de wê eşkere bibe.
Li aliyekê din li ser daxwaza namzetên parlamentoyê, komîteyek ji bo şopandina astengiyên li pêşiya hilbijartinê hate avakirin.

Li Lîbya amadekariyên dawî yên ji bo hilbijartina parlamento û serokomariya welat ber bi dawiyê ve diçe.

Divê çarçoveyê de dema ji bo serlêdana namzetiya parlamentoya welat doh bi şev bidawî bû.

Şerif, parlamento seçimleri için adaylık başvuru sürecinin bu akşam itibarıyla sona erdiğini belirtti.

Komisyona Hilbijartinê ya Bilind a Netewî ya Lîbya ragihand ku dema serlêdana namzetiyê bidawî bûye û ji bo diyarkirina jimara serlêdanan jî ti agahî neda.

Komisyonê diyar kir ku ew texmîn dikin bêtirî 5 hezar serlêdan pêk hatiye û wê di nava 3 rojan de, lîsteya wan jî bi raya giştî re eşkere bikin.

Komîsyonê destnîşan kir ku di 8’ê Mijdarê de ji bo hilbijartinên Serokomariyê û Parlamenteriyê serlêdanên namzetiyê destpê kirine:

Ji bo hilbijartinên Serokomariyê jî heta 22’ê Mijdarê dewam kir.

Ji bo şopandina astengiyên li pêşiya hilbijartinan komîteyek hat avakirin

Ji bo şopandina astengiyên li pêşiya hilbijartinê, Meclisa Nûneran a Lîbyayê komîteyek ji 5 endaman ava kir da ku bi Komîsyona Bilind a Hilbijartinê ya Neteweyî re bikeve têkliyê.

Berdevkê Meclisa Nûneran a Lîbyayê Abdullah Buleyhik di daxuyaniyekê de li ser hesabê xwe yê Facebookê diyar kir ku li ser avakirina komîteyekê ji bo şopandinê lihevkirinek pêk hatiye.

Buleyhik diyar kir ku lijneya ji 5 endamên ji komîsyonên cuda yên li Meclîsê hatine hilbijartin divê beriya rûniştina 14’ê Kanûnê rapora xwe pêşkêş bike.

5’ê Kanûnê, 70 parlamenterên Lîbyayî fikarên xwe yên derbarê “pêşketinên neyînî yên di pêvajoya hilbijartinê de” anîn ziman û daxwaz kirin ku Meclisa Nûneran ji bo vekirina lêpirsînê li dijî Komîsyona Bilind a Hilbijartinê bicive.

Di civînên Foruma Diyaloga Siyasî ya Lîbyayê ya bi pêşengiya Neteweyên Yekbûyî di Mijdara 2020’an de, biryar hat girtin ku her du hilbijartin di 24’ê Kanûnê de pêk bên.

Back to top button