Li Helebê ji ber dorpêçê rewşa birîndarên erdhejê giran dibe

Li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ji ber erdheja dawîn gelek welatî birîndar bûn.
Zarokê bi navê Hemze Betal jî yek ji wan e. Ji ber dorpêça hikumeta Şamê dermanên ji bo Hemze pêwîst nayên peydakirin û bijîşk derbarê rewşa wî de metirsîdar in.
Li kêleka wê jî xelkên herdu taxan vê sermê li derve dimînin.

Şêniyên bajarê Helebê û yên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ji tirsa erdhejên muhtemel daketin kolanan.

Di encama wê erdheja dawîn de gelek welatî birîndar bûn.

Zarokê bi navê Hemze Betal ê 12 salî, dema ku hewl da ji avahiiyê derkeve, kevirên malê bi ser de ketin û milê wî şikest.

Kurapê Hemze Betal, Ekrem Nasir Betal ku di kêliyên birîndariya Hemze de li mala wan bû.

Ekrem Nasir Betal got:

Dema erd hejiya em tavilê reviyan derve. Em xilas bûn, lê Hemze ji destê xwe birîndar bû.

“Me ew bi lez rakir nexweşxaneyê. Li wir jî hat emeliyatkirin. Lê ji ber nebûna dermanan, birînên Hemze zû derman nabin.

Ekrem got dermanê ji Hemze re pêwîst, ji ber dorpêça hikumeta Şamê li Eşrefiyê û Şêxmeqsûdê peyda nabin.

Hêjayî bi bîrxistinê ye ku li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye piştî erdheja dawîn 9 kes birîndar bûn û yek jê zarok e.

Ji ber erdhejê xelkên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê li derve dimînin

Ev dorpêça hikumeta şamê azarên xelên Helebê zêde kirine.

Xelkê taxên şexmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê ji ber tirsa erdhejê li der ve û konan de dimînin.

Back to top button