Ciwanên Reqayê tecrîd û êrîşên dagirkeriyê şermezar kirin

Ciwanên Reqa û gundewarên wê, tecrîda girankirî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan, êrîşên dewleta Tirk a dagirker li ser başûrê Kurdistanê şermezar kir û bang li rêxistinên hiqûqî kir ku bi erkê xwe rabe.

Daxuyanî li pêşiya navenda ciwanan bi beşdarbûna bi dehan jinan hate dayîn.

Di daxuyaniyê de bal kişandin li ser tecrîda li dijî rêber APO û diyar kir ku ew bi saya felsefeya wî gihiştina vê astê û wiha hate gotin:

Desthilata AKP-MHP’ê her tim êrîşî destkefteyên netewa demokratîk dike, armanca wê ya tekane zindîkirina împratorya Osmanî ye.

Her wiha beha êrîşên dagirkeriyê yên li ser başûrê kurdistanê jî hate kirin û gotin;

Pêwîst bû ku malbata Barzanî li dijî van êrîşa derketeba, lê mixabin desteka Tirkiyê kir.

Ciwanên Reqa û gundewarên wê bang li rêxistinên hiqûqî kir ku li dijî êrîşên dagirkeriyê helwestekê nîşan bidin.

Back to top button