HPG’ê nasnameya 4 gêrîlayên şehîd eşkere kir

HPG’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku êrişên Artêşa Tirk a dagirker yên dijî gerîlayên azadiyê dewam dikin.
Li aliyê din Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyekê nasnameya 4 gerîlayên li Bakurê Kurdistanê şehîd bûn eşkere kir.
HPG’ê ji malbatên şehîdan û gelê Kurdistanê ên welatparêz re sersaxî xwest û soza serkeftinê da.

HPG’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku êrişên Artêşa Tirk a dagirker yên bi çekên qedexekirî li dijî gerîlayên azadiyê dewam dikin.

HPG’ê da zanîn ku tevî hêzên wan di pozîsyona xweparastinê de ne Artêşa Tirk a dagirker bi hemû teknîka di destê xwe êrişan didomîne.

Li gorî daxuyaniyê Artêşa Tirk 2 caran bi balafirên şer, 6 caran bi helîkopteran, 65 caran bi çekên giran, 17 caran jî bi çekên qedexe û fosfor qadên gerîla bomberdûman kirine.

Li aliyê din Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyekê cuda nasnameya 4 gerîlayên ku di demên cuda de li Bakurê Kurdistanê şehîd bûn eşkere kir.

HPG’ê di daxuyaniya xwe de ji malbatên şehîdan û gelê kurdistanê ên welatparêz re sersaxî xwast û ev tişt got:

“Gerîlayên Azadiya Kurdistanê li dijî her cûre êrişên dijmin bi îradeyek mezin, şer kir û li her qadê têkoşînek fedayiyane meşandiye.

Hemû siyaseta şerê taybet a dijmin pûç kir û bi çalakiyên xwe derbeyên giran li artêşa Tirk a qirker xistiye.

Di vê têkoşîna destanî de 4 hevrêyên me gihîştin asta Şehadetê.

Em careke din sersaxiyê ji malbat û gelê welatparêz re dixwazin û soza serkeftinê didin”

  •  Nasnameya gêrîlayên şehîd bûne, wiha ye:

Nasnav: Gabar Demhat
Nav Paşnav: Kemal Boral
Cihê jidayikbûnê: Êlih
Navê Dayik : Vecîde
Nanê Bav: Aydin
Cih û demê şehadetê: 8’ê Tebaxa 2022’an / Garzan

Nasnav: Nûman Timoq
Nav Paşnav: Ûgûr Acet
Cihê jidayikbûnê: Stenbol
Navê Dayik:
Nanê Bav: Îsmaîl
Cih û demê şehadetê: 20’ê Cotmeha 2022’an / Garzan

Nasnav: Berxwedan Qoser
Nav Paşnav: Yakûp Aba
Cihê jidayikbûnê: Mêrdîn
Navê Dayik: Edla
Nanê Bav: Memdûh
Cih û demê şehadetê: 28’ê Tebaxa 2022’an / Wan

Nasnav: Sîpan Kato
Nav Paşnav: Mihemed Ehmed
Cihê jidayikbûnê: Hesekê
Navê Dayik: Şirîn
Nanê Bav: Ahmed Seîd
Cih û demê şehadetê: 30’ê Îlona 2022’an / Besta

Back to top button