Alîkariyên ji Silêmaniyê hatin şandin li Şêrawayê tên belavkirin

Alîkariyên xelkê Silêmaniyê ji mexdûrên erdhejê re şandibûn, li navçeya Şêrawa ya Efrînê tên belavkirin.
Li bajarê Kobanê jî hem gel û hem rêveberiya xweser ji bo parastinê, kon li qadan û navçeyan vedane.

Xelkê Silêmaniyê ji bo alîkariya mexdûrên erdheja 6’ê Sibatê, kampanyaya alîkariyan dabû destpêkirin.

Karwanekî alîkariyan ê ji 7 kamyonan pêk dihat ku xelkê Silêmaniyê şandibû, gihaşt Şehbayê.

Ev alîkarî piştî 5 rojan ji astengkirina hikumeta Şamê, 21’ê Sibatê derbsî Şehba bû.

Heyva Sor a Kurd jî alîkarî li navçeya Şêrawa belav kirin.

Alîkarî ji madeyên tenduristiyê, şîrê zarokan û gelek pêdiviyên din pêk dihat.

Li Kobanê ji bo tedbîrên li hember erdhejê 22 kon hatine vedan

Li alê din jî, li bajarê kobanê ji bo parastina gel, Rêveberiya Xweser li qadên vala û nvçeyên kobanê bi qasî 22 kon vedane..

Her weha gel jî, ji bo parastina xwe kon li qadên vala vedane.

Back to top button