Li dagistana Rûsya agir bi navenda benzînê ket: 35 kes mirin

Li Komara Dagistanê ya ku girêdayî Federasyona Rûsyayê ye, agir bi navendeke benzînê ket.
Di encamê de herî kêm 35 kes mirin.

Li taxeke Maxaçkalaya paytextê Komara Dagistanê li stasyoneke benzînê teqîneke dijwar pêk hat û şewateke mezin derket.

Li gorî bîlançoya ku Wezareta Rewşa Awarte ya Rûsyayê daye, herî kêm 35 kes mirin û bêtirî 100 kes jî birîndar bûne.

Hat ragihandin ku sedema şewata ku şevê din pêk hatî hîna nayê zanîn.

Rêveberê Dagistanê Sergey Melîkov ji malbatên kesên jiyana xwe ji dest dane re sersaxî xwest.

Rêveberan diyar kirin ku ji bo malbatên kesên mirî wê alîkariya madî were kirin.

Şaxa herêmî ya Komîteya Lêpirsînê ya Rûsyayê ji bo tespîtkirina sedema şewatê lêpirsîn da destpêkirin.

Li gorî lêkolîneran, şewat di dema karê temîrkirina wesayîtan de derketiye û piştre teqîn pêk hatiye.

Her wiha ji ber vê bûyerê xisar li avahî û wesayîtên derdorê jî pêk hat.

Back to top button