Serokên Misir, Urdun û Filistînî li hev civiyan

Serokên Misir, Urdun û Filistînê li bajarê bendera El Alameinê li hev civiyan.
Piştî civînê Misirê diyar kir ku wan li ser pirsgirêka Îsraîl-Filistînê gotûbêjkirine.
Çavkaniyên dîplomatîk ên Filistînê jî diyar kirin ku têkiliyên Erebistana Siûdî û Îsraîlê di lûtkeyê de rojava herî girîng bûye.

Serokên Misir, Urdun û Filistînî ji bo têkiliyên Riyadê û Îsraîlê gotûbêj bikin li Misrê li hev civiyan.

Li gorî çavkaniyên dîplomatîk ên Filistînê di civînê de asayîkirina peywendiyên Erebistana Siûdî û Îsraîlê yekem car ketiye rojevê.

Serokê Misrê Abdel Fattah El Sîsî, Qralê Urdunê II. Abdullah û Serokê Filistînê Mahmûd Abbas di civînê de amade bûn.

Civîn li bajarê bendera El Alameinê hate lidarxstin û têde têkiliyên di navbera Erebistana Siûdî û Îsraîlê hat nirxandin.

Ajansa Nûçeyan a Fransî di nûçeya xwe de ragihand ku di vê lûtkeya sê alî de asayîkirina têkiliyên Erebistana Siûdî û Îsraîlê hatiye rojevê.

Misir: Pêşî pirskiriêka Îsraîl û Filistînê hatiye nîqaş kirin

Di daxuyaniya piştî hevdîtinê de Misirê diyar kir ku pêşî pirsgirêka Îsraîl-Filistînê hatiye gotûbêjkirin.

Her wiha her sê aliyan jî biryardariya xwe ya ji bo çareseriya du dewletan û Qudsa Rojhilat bibe paytexta Filistînê dubare kirine.

Balkêşe ku di daxuyaniya piştî hevdîtinê de behsa asayîkirina têkiliyên Erebistana Siûdî û Îsraîlê nehate kirin.

Filistîn: Têkiliyên Erebistana Siûdî û Îsraîlê mijara sereke bû

Lê çavkaniyên dîplomatîk ên Filistînê diyar kirin ku ev mijar di lûtkeyê de rojava herî girîng bûye.

Heman çavkaniyan destnîşan kiriye ku di civînê de hewldanên Amerîkayê yên ji bo asayîkirina peywendiyên Îsraîl û Erebistana Siûdî jî hatine nirxandin.

Back to top button