Çalakiya dayîk û malbatên şehîdan ya li deriyê Sêmalka a ji bo girtina cenazeyên zarokên xwe ku PDK’ê ew şehîdxistine dewam dike.
Çalakî di roja 19’an de ye lê PDK’ê heta niha ti bersivek nedaye.
Îro jî Yekitiya Mamosteyan a Herêma Cizîrê û şêniyên navçeyê Dirbêsiyê tevlî çalakiyê bûn û banga radestgirtina cenazeyan li PDK’ê kirin.
Bi sedan mamosteyên Herêma Cizîrê û şêniyên navçeya Dirbêsiyê ji bo tevlîbûna çalakiyê îro çûn deriyê Sêmalka.
Li konê çalakiyê, Yekitiya Mamosteyan a Herêma Cizîrê daxuyanî bi zimanê kurdî û erebî dan.
Di daxuyaniyê de êrişên dewleta tirk a dagirker û hêzên PDK’ê ên li dijî gerîla hat şermezarkirin û wiha hat gotin:
“Di demên dawîn de hedefgirtina hêzên gerîla ji aliyê PDK’ê ve, bû sedema ku 5 lehengên gelê Kurd şehîd bibin. Ev yek cihê şermê ye.
Piştî ku PDK’ê gerîla hedef girtin û cenazeyên şehîd Tolhildan û şehîd Serdem radestî malbatên wan nake, hemû bangên hêzên siyasî û gel paşguh dike..
Di dawiyê de Yekitiya Mamosteyan bang li PDK’ê kir ku dev ji planên dewleta Tirk ku hemû kurdistaniyan dikin hedef, berde û cenazeyên gerîlayan radestî malbatên wan bike.