Girtiyên siyasî ku li girtîgehên cuda dimînin, ragihandin ku rêveberiyên girtîgehan vîrusa Coronayê kirine firsend û binpêkirinên mafan zêde kirine.
Ji girtîgehên cûda girtiyên ku bi rêya mafê xwe yê axaftina bi telefonê, li malbatên xwe geriyan, ragihandin ku li girtîgehan tedbîrên vîrusê nehatine girtin û astengî ji paqijiyê re tên derxistin.
Li Îran û hin welatên din ku vîrusa koronayê li wan heye girtî hatin berdan, Lê li Tirkiyeyê hîn tu gav nehatine avêtin.
Malbatên girtiyan kampanyayek da destpêkirin
Her wiha Federasyona Komeleyên Piştevaniyê û Hiqûqî ya Malbatên Girtiyan a Med, ji bo vîrûsa koronayê û metirsiya wê li girtîgehan kampanya da destpêkirin.
Ev kampanya bi rêya şandina daxwaznameyan ji bo Wezareta Dadê hat destpêkirin.
Di daxwaznameyan de de tê xwestin ku tedbîr werin zêdekirin û hemû girtî werin berdan.