Li dijî Trump doza 4. hate despêkirin

Ji Mijdara 2020’an ve Serokê berê yê DYA Trump rojên zehmet derbas dike.
Hêrsa Trump ya qezenckirina hilbijartinê û zexta wê ya li ser saziyan, bûye sedema niha wî tengav bike.
Li hemberî Trump îdianameyek nû hate amadekirin.
Bi vê yekê re li dijî Trump doza 4. hate despêkirin.

Li Dewletên Yekbûyî yên Amerîka Mijdara 2020’an hilbijartinên giştî pêk hatin.

Namzetê Komargiran Donald Trump yê serokatiya welat dikir, ji bo careke din hilbijartinê qezenc bike zexta li ser rêveberên eyaleta zêde kir.

Zextên li ser rêveberên eyaleta Georgia ya wê demê rê li ber doza çaremîn a li dijî Trump vekir.

Encamên hilbijartinên serokatiyê yên 2020’an li eyaleta Georgia wek hev derketin.

Trump saetekê bi telefonê bi wezîrê eyaletê re axiviye û ji bo serketina xwe zext lê kiriye.

Ev qeyda telefonê ya Trump dibêje 11 hezar û 780 dengan ji min re bîne, niha ji bo wî rê li ber pêvajoyek zehmet vekiriye.

Di encama du caran jimartina dengan de, encamên hilbijartinan li eyaleta navborî li berjewendiya serokê niha yê Demokrat Joe Biden bû.

Di çarçoveya lêpirsîna tepeserkirina saziyên dewletê yên li Georgia ji bilî Trump, li dijî 18 gumanbaran îdianame hatin amadekirin.

Hat ragihandin ku di nav bergumanên ku ji bo wan îdianame hatiye amadekirin de Sekreterê Giştî yê Qesra Spî Mark Meadows û parêzerê berê yê Trump Rudy Giuliani jî hene.

Ji bo Trump heta 25’ê Tebaxê dem hatiye dayîn

Serdozgeriya Komarê ya Georgia ku ji dozê berpirsyar e ragihand ji bo serî li dozgeriyê bide, heta 25’ê Tebaxê dem hatiye dayîn ku Serokê berê Trump doz veke.

Serdozger Fanî Wîls ku îdianame amade kirî got,

“Ez heta 25’ê Tebaxê danê nîvro muhletê didim gumanbar ku bi daxwaza xwe serî li dadgehê bide.”

Di civîna çapemeniyê ya li ser mijarê de Serdozgeriya Komarê jî ragihand ku armanca wan ew e ku herî dereng di nava 6 mehan de dozê vekin.

Trump li pêşberî dadger sûcdariyên li hemberî xwe red kir

Back to top button