Çalakiya HDP’ê li dijî tecrîdê li ber wezareta edaletê 6 rojin didome

Çalakiya wekîlên HDP’ê li ber Wezareta Edaletê ya Tirkiyê li dijî tecrîdê 6 rojin didome.
Parlementeran ragihandin ku bêdengî sûc e û bang li hêzên civakî kirin ku bikevin nava tevgerê.

Çalakiya Nobetê ya parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya li dijî tecrîdê li ber Wezareta Edaletê ya Tirkiyê didome.

Îro 6 rojin parlementer di çalakiyê de ne û daxwaza rêdana hevdîtina bi Rêber Ocalan re dikin.

Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay, parlamenter Pero Dundar, Feleknas Ûca, Necdet Îpekyuz, Gulîstan Kiliç Koçyîgît, Mûazzez Orhan, Abdûllah Koç û Kemal Pekoz îro ber bi Wezareta Dadê ve meşiyan

Parlamenter li ber Deriyê Dîkmenê yê Meclîsê ji aliyê polîsan ve dîsa hatin dorpêçkirin û astengkirin.

Nejdet Îpekyuz: Divê hêzên civakî li dijî tecrîdê rabin

Parlamenterê HDP’ê yê Êlihê Necdet Îpekyuz bertek nîşanî vê yekê da û got:

Polîtîkayên şer bi salan e dibin sedema êşên giran.

Divê hêzên civakî li dijî tecrîdê bikevin nava liv û tevgerê.

Temaşekirina li binpêkirina mafê mirovan hevpariya sûc e.”

Îpekyuz diyar kir eger tê xwestin ku pirsgirêkên li Tirkiyê bêne çareserkirin, divê tecrîd bê rakirin

Her wiha Parlamenterê HDP’ê yê Êlihê Necdet Îpekyuz bi boneya salvegera 11’an a komkujiya Roboskî, 34 qurbaniyên di êrişa dewleta tirk de şehîd bûn bi bîr anî û teqez kir ku wê hesab bê pirsîn.

Back to top button