Tehran danûstandinên dualî yên bi Waşingtonê re qebûl nekir.
Ajansa Reutersê li ser zimanê serokê Îranê Hesen Rûhanî ragihand ku ew danûstandinên dualî yên bi Emerîkayê re, ne niha û ne demên bê erê nakin.
Rûhanî got:
Eger Emerîka cezayan rake, hingê belkî em beşdarî danûstandinên piralî yên navbera Tehran û aliyên lihevkirina nuklerî bibin.
Her wiha serokê Îranê aliyên lihevkirinê hişyar kir ku eger di nava du rojan de Ewropî lihevkirinê bi cih neynin ew ê pabendî giştî lihevkirinê nebin.
Di civîna lûtkeya G7 de, her wiha gelek caran serokê Emerîkayê Trump xwestiye bêyî ti mercan bi Îranê re rûnê.