OMER OCALAN: TECRÎDA LI SER OCALAN, NAKEVE BERJEWENDIYA GELÊ KURD Û TIRK

Parlamenterê HDP’ê yê Rihayê Omer Ocalan û Hevberdevkê Kongreya Demokratîk a Gelan Sedat Şenoglu diyar kirin ku bendewariya wan ji desthilatdariya li Tirkiyê û blokên nêzî desthilatdariyê nîn e û gotin: Hêzên nêzî rêya sêyemîn in divê rola Ocalan bibînin. Têkoşîna gelan a hevpar dikare dîsa deriyê Îmraliyê veke. 

Hevdîtinên Rêber Ocalan hîn jî bi hincetên kêfî tên redkirin.

Parlamenterê HDP’ê Omer Ocalan hevdîtinên dawî yên bi Ocalan re û tecrîd nirxand.

Parlamenterê HDP’ê diyar kir, bloka AKP-MHP’ê hevdîtinên li Îmraliyê ji xwe re weke amûreke propagandayê di hilbijartinên Stenbolê de bi kar anîn û got:

Ev tecrîda li ser Rêber Ocalan ne li gorî bercewendiya gelê kurd e û ne jî li gorî bercewendiya gelê tirk e.

Pirsgirêka Kurd mezin e. Roj bi roj bi dehan mirov tên kuştin.

Omer Ocalan derbarê şerê li dijî kurdan nêrîna xwe wiha anî ziman:

Ev 40 sal in şer li dijî kurdan û herêmên wan heye.

Kurd rastî pişavtina çandî û zimanî tên, tên qirkirin.

OMER OCALAN: DEWLET, DOZA KURDAN WEKE KERT JI BO ARMANCÊN XWE BI KAR TÎNIN

Ocalan destnîşan kir ku ne raste hevdîtinên bi Rêber Ocalan re di çarçoveya hilbijartinên Stenbolê de hatibe kirin.

Feraseta ku Kurdan, têkoşîna Kurdan weke kartekê ji bo armancên xwe bi kar tîne nerast e, em qebûl nakin.

Parlamenter Omer Ocalan diyar kir, blokên li Tirkiyê cuda xuya dikin, dema ku mijar dibe Kurd hemû dibin yek.

OMER OCALAN: DIVÊ HER KES XETA OCALAN ESAS BIGIRE

Parlamenterê HDP’ê yê Rihayê Omer Ocalan nirxandina xwe wiha bi dawî kir:

Çar partî di gelek mijaran de li hev nakin, li dijî hev polîtîkayê dimeşînin, lê dema hebûn, destketî û statuya Kurdan dibe mijara nîqaşê, hemû dibin yek.

Bendewariya me ji van her du blokan nîne.

Yên ku em behsa wan dikin sosyal demokrat, akademîsyen, femînîst û rewşenbîr in ku xwe bi xeta sêyemîn pênase dikin û nêzî xeta sêyemîn in.

ŞENOGLU: TÊKOŞÎNA GELAN DIKARE DERIYÊ ÎMRALIYÊ VEKE

Hevberdevkê Kongreya Demokratîk a Gelan HDK’ê Sedat Şenoglu jî tecrîda li ser Rêber Ocalan rexne kir û wiha got:

Ji ber ku Ocalan pêşniyarên çareseriyê pêşkêşî civakê û gelan kir, dîsa tecrîd li ser giran bû.

Ji bo Ocalan karibe pêşniyar û fikrên xwe bi civakê re parve bike divê di nava şert û mercên azad re rola xwe bilîze.

Piraniya civakê bi awayekî germ nêzî fikrên Ocalan bûn. Ji ber vê yekê muhatab Brêz Ocalan e.

Leave a Reply

Back to top button