
Koordînasyona Jin a Rêveberiya Xweser derbarê ked, têkoşîn û berxwedana jinan ên di 12 salên şerê li Sûriyê de daxuyanî da.
Koordînasyonê di daxuyaniyê de diyar kir ku di 12 salên aloziya Sûriyê de û heya niha jî êş û zehmetiyên ku jin dikşîne dewam dike û wiha got:
“Di vî şer û aloziyê de rêjîma Sûriyê hemû cure tundî li dijî jinê bikaranî û wê ji mafên wê yên herî biçûk bê par hişt.
Tevî hemû tundî û êrişên li ser jina Sûrî lê wê karîbû ku li ber xwe bide û ji Cîhanê re hêza xwe isbat kir.
Bi rêya Şoreşa li Bakur û Rojhilatê Sûriyê jinan bi têkoşîna xwe ya di hemû qadên jiyanê de û şerê li hember zihniyeta bavksalar da xuyakirin ku dikare civakê û Cîhanê tevî ji nûve ava bike.
Koordînasyonê di dawiyê de hevpeymana “Sîdaw” ya ku parastina mafên jinan dike bi bîrxist û got:
Emê heya dawî li gorî tevahî rêgezên parastina mafên jinan dikin bişopînin û li herêmê pêk bînin.