Ebdulkerîm Omer: Aloziya Sûrî kûrtir buye û sedema vê jî serhişkiya rêjimê ye

Hevserokê Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser bi parlamenterê Almanyayê yê ji Partiya Çepgir Gregory Ghezzi re civiyan.
Di civînê li ser buyerên li Sûriyê nîqaş hate kirin.

Hevserokê Têkiliyên Derve Ebdulkerîm Omer û nûnerê Rêveberiya Xweser Xalid Derwêş li gel endamê Partiya Çepgir yê Alman Gregory Ghezzi Civînek lidarxistin.

Di civînê de Ebdulkerîm Omer bal kişande li ser aloziya Sûriyê û rêyên çareseriyê û wiha got,

Ji sedemên sereke ku kirîza Sûrî kurtir bûye serhişkiya rejîma Sûriyê û îsrara bi zihnyeta berê ye.

Êrişên dewleta Tirk û alîgirên wê jî bi êrişên xwe vê aloziyê kûrtir dikin.”

Omer diyar kir ku berpirsiyarî li ser milê civaka navneteweyî , Amerîka û Ewropa ye ku ji bo bi dawîkirina krîzê bixebitin.

Ebdulkerîm Omer: Pêkahateyên herêmê li dijî daiş’ê fedekariyên mezin kirin

Her wiha Omer bal‏ ‏kişand ser biryara dawîn a Rêveberiya Xweser ku wê dest bi darizandina ‎çeteyên DAIŞ`ê bike û wiha dewam kir:

“Pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dijî çeteyên DAIŞ′ê têkoşîneke mezin dan.

Doza bi hezaran çeteyên DAIŞ′ê û malbatên wan ku niha li girtîgeh û kampên Rêveberiya Xweser in heye û lê dewlet û rêxistinên mafê mirovan bi erka xwe ranabin.”

Parlamenterê Alman: Beyannameya Rêveberiya Xweser ji bo çareseriyê girîng e

Di hevdîtinê de Parlamenterê partiya çepgir Gregory Ghezzi jî diyar kir ku divê di warê dîtina çareseriyeke siyasî ‎ya giştî ji bo Sûriyeyê de, hewldanên durist bên kirin.

Parlamenterê Alman dibêje,

“Rêveberiya Xweser projeyeke neteweyî-Sûriyeyî ye û got beyannameya Rêveberiya Xweser a ji bo çareserkirina krîza Sûriyeyê girîng e.

Di mijara darizandina çeteyên DAIŞ’ê de jî parlementerê Alman got,

“Em di wê baweriyê de ne ku aliyên berpirs, wê li gor sozên ku dane, dadgehên adil û zelal li ‎gorî pîvan û qanûnên navneteweyî li dar bixin.” ‎

Back to top button