HPG: Li Metîna, Avaşîn û Xerzan 15 leşkerên Tirk ên dagirker hatin kuştin

Gerîlayên Kurdistanê li bakur û başûrê welat bersiva êrîşan didin û rojane derbên giran li artêşa Tirk a dagirker didin.
HPG’ê ragihand li herêmên Xerzan, Metîna û Avaşînê di encama çalakiyên gerîlayan de 15 leşkerên Tirk yên dagirker hatin kuştin.

Berxwedana gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê a li dijî êrîşên dagirkeriyê yên delweta Tirk bê navber dewam dike.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê êrîşên dagirkeriyê û çalakiyên gerîla de daxuyaniyek da.

HPG’ê diyar kir 1’ê Hezîranê li navçeya Tetwanê ya Bedlîsê, li dijî dagirkerên ku bi wesayita Transît di rê de bûn çalakî hate lidarxistin.

Hat diyar kirin di encamê de du dagirkerên payebilind jî di nav de 8 dagirker hatin kuştin.

HPG’ê da zanîn artêşa Tirk piştî çalakiyê li qadê dest bi operasyoneke berfireh kirin û ev agahî parve kir,

“3’ê Hezîranê di navbera hêzên me û dagirkeran de şerekî giran qewimî. Di vî şerî de hevrêyên me Êrîş Garzan, Egîd Çiyager û Dijwar Hezex heta fîşeka dawî şer kirin û bi berxwedaneke destanî şehîd bûn.”

HPG’ê destnîşan kir di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Xabûrê de Hêzên Tevgera Şoreşê a Yekbûyî ya Gelan 14’ê Hezîranê li dijî dagirkerên li ser Girê Koordîneyê a herêma Metîna çalakiyeke koordîneyî ya gerîla li dar xistin.

Hat diyar kirin di encama vê çalakiyê de 3 leşkerên Tirk hatin kuştin.

HPG’ê da zanîn 15’ê Hezîranê jî li quntara Geliyê Milîtan, li dijî dagirkerên kemîn danîbûn bi rêbaza sûîqestê çalakî hate lidarxistin û di encamê de leşkerekî Tirk yê dagirker hate kuştin.

HPG’ê ragihand ku di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de 15’ê Hezîranê li dijî dagirkerên ku xwestin bikevin çeperên şer ên li Girê Silêman ya herêma Avaşînê 2 çalakiyên sabotajê hatin kirin.

Hat gotin di van çalakiyan de 2 dagirker hatin kuştin.

HPG’ê diyar kir di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de jî 14’ê Hezîranê li dijî dagirkerên li ser Girê Xeregolê yê herêma Zapê bi çekên giran çalakî hate lidarxistin.

Hat diyar kirin di vê çalakiyê de derbên xurt li kozikên dijmin hatin xistin, lê hejmara dagirkerên mirin û birîndar bûn nehat zelalkirin.

Li aliyê din Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê nasnameyên 3 gerîlayên ku 31’ê Gulana 2021’ê di berxwedana li herêma Zapê a li dijî artêşa Tirk de şehîd bûn eşkere kir.

HPG’ê sersaxî ji malbatên gerîlayên şehîd re xwest û soza pêkanîna armancên wan da.

Back to top button